Ajansên nûçeyan di navbera hikûmeta Amerîka û Talibanê de bo ragihandina agirbestê li Efxanistanê lihev kirin çê bûye.
Ajan AP belav kir ku rayedarekî pile bilind yê Amerîkayê ragihandiye ku di navbera şanda Amerîkî û rayedarên Talibanê de bo ragihandina agirbestê lihev kirin çê bûye û vê di demeke nêz de agirbest were ragihandin.
Li gor lihev kirinê ku tê payîn di nava çend rojan de were eşkerekirin, vê Taliban bombeyan li ser rêyan da nene û êrîşan pêk neîne û herwiha Amerîka jî vê çavdêriya prosesê bike.
Rayedarê Amerîk eşkere kiriye ku eger her du alî pêbendî lihev kirinê bin vê prosesa diyaloga nîştimanî bi beşdariya tevahiya aliyan destpê bike û pişt re jî heta 18 mehan leşkerên biyanî ji Efxanistanê vekêşin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin