Serokwezîr û wezîra berevanî ya Almanyayê civiyan

Almanya li ser perwerde kirina hêzên pêşmerge berdewam dibe
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê li gel wezîra berevanî ya Almanyayê civiya û piştî civînê Serokwezîr li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro înê 14/2/2020 di çarçoveya konferansa ewlekariya Munichê de li gel wezîra berevaniya Almanyayê Annegret Kramp civiyan.

Di civînê de me behsa rewş û pêşhatên Îraq û deverê û geşe pêdana têkiliyên navbera Almanya û herêma Kurdistanê kir.

Hevdem li gel spas kirina Almanya bo berdewam bûn li ser hevkarî kirina hêzên pêşmerge, me tekez kir ku hîn jî DÎŞÎ metirsiyeke cidiye bo ser ewlekariya cîhanê.

Ji aliyê xwe ve wezîra berevanî ya Almanyayê hevdem li gel stayîş kirina rewşa aram û ewlekariya herêma Kurdistanê, behsa vê yekê kir ku li ser hevkarî kirin û perwerde kirina hêzên pêşmerge berdewam dibe.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.