Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
îro înê 14/2/2020 di yekem roja konferansa ewlekariya Munichê de li gel wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo civiyan û giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên Îraq û deverê û geşe pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir, bi taybetî di warê abûrî û hemahengiya zêdetir ya bo rûbirû bûna terorê.
Me tekez li ser giringiya aram bûna rewşa Îraqê û mayîna berdewam ya hêzên Amerîkayê weke beşek ji hevpeymaniya dijî terorê û rola giring ya herêma Kurdistanê li deverê de kir.
Me herwiha nîqaş derbarê ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kir ku pêwîste ji egera her guhertin û pêşhatekê de pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê parastî be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin