Li Zîqar û Bexdayê 17 Xwepîşanderên din birîndar bûn

Xwepîşander dibêjin heta daxwazên wan neyên cîhbicîhkirin berdewam dibin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan ji Başûrê Îraqê di encama şer û pevçûnên navbera Xwepîşanderên Îraqî û komên çekdar di nava 2 rojan deherî kêm 17 Xwepîşanderên din li Bexda û Zîqarê birîndar bûne.

Jêder behsa vê yekê dikin ku li bajarê Nasiriye ya navenda parêzgeha Zîqarê dema Xwepîşander rêyên serekî daxistine, hêzênewlekarî û komên çekdar bi goleyên rastîn û gaza rondikrêj êrîşî ser xwepîşanderan kirine û diencam de 10 Xwepîşander birîndar bûne û birîna hinek ji wan girane.

Ji aliyeke din ve jî di encama pevçûnên navbera Xwepîşander û hêzên ewlekarî li meydana Tehrîr ya li Bexdayê jî herî kêm 7 Xwepîşanderên din birîndar bûne.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.