Li Bakûrê Îranê 7 kes canê xwe ji dest dan

du kes jî jiber herfîna xaniyê canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îranê jiber aşûtê û herfîna berfê li bajarê Gîlan ya li Bakûrê Îranê 7 welatî canê xwe ji dest dane.

Herwiha hate gotin ku jiber barîna zêde ya berfê li deverê astengî li berdem jiyana rojane ya xelkê çê bûne û şêniyên deverê daxwaza hevkariyê dikin.

Çapemeniya Îranê behsa vê yekê dike ku li bajarê Reştê yaku navenda parêzgeha Gîlanê ye, du welatiyên din jî jiber herifîna xaniyekê canê xwe ji dest dane.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.