Duhê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Îraqê Mihemed Elî Elhekîm kir.
Di civînê de her du alî behsa rewşa dawî ya Îraqê û xwepîşandanên heyî yên li Îraqê kirin û balkêşandine ser daxwazên reva yên xwepîşanderan û tekez li ser pêngavên cidî bo nehêştina tundûtîjî dijî xwepîşanderan û cîhbicîh kirina daxwazên wan kirin.
Di berdewamiya civînê de her du alî behsa metirsiyên dubare serîhildana terorê, zêdetir bûna liv û tevgerên terorîstan li hin deverên Îraqê û giringiya rola hevpeymaniya cîhanî ya bo hevkarî kirina hêzên Îraqê û hêzên pêşmerge di şerê dijî terorê de kirin.
Her di heman civînê de wezîrê derve yê Îraqê eşkere kir ku wezareta derve ya Îraqê bo hevkarî kirin û kar asanî kirin bo welatiyên Kurdistanê li Hewlêr û Silêmanî nuneratiyên xwe vedike û jiniha û pêde ne hewceye welatiyên Kurdistanê bo karûbarên xwe li wezareta derve serdana Bexdayê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin