Di çarçoveya operasiyonên artêşa rejîma Sûriyeyê yên li dijî çekdarên cîhadî yên li Îdlibê de, artêşa rejîmê kariye derbên dijwar li cîhadiyan bide.
Çapemeniya rejîma Sûriyeyê dibêje ku duhê şeme, rêya M5 yaku Heleb û Dîmeşqê bihev re girê dide ji destê cîhadiyan derxistiye û xistiye kontrola xwe.
Herwiha hate zanîn ku artêşa Sûriyeyê 5 xalên çavdêriyê yên leşkerî yên Tirkiyeyê jî bi temamî dorpêç kiriye.
Hevdem li gel pêşreviyên bilez yên rejîma Sûriyeyê ber bi Îdlibê ve, artêşa Tirkiyeyê jî bi mebesta piştîwanî kirin ji cîhadiyan, çek û amûrên leşkerî yên zêdetir dişîne deverê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin