Duhê şeme Serokê parlementoya Kuwaitê Merzûq Xanim di civîna Yerkîtiya parlementerên Ereb yaku li Urdinê hatibû organîzekirin plana Trump ya bo aştiya Rojhilata Navîn yaku bi plana sedsalê tê nasîn avête nava gilêşê de.
Merzûq Xanim di gotara xwe de yaku di civînê de pêşkêş kir anî ziman ku ev plana han ne plana aştiyê belku plana dagîrkirina Felestînê ye lewre ev vê pêlanê qebûl nakin û red dikin.
Xanim di dema pêşkêş kirina gotara xwe de kaxezek ku dihat gotin plana Trumpe, dirand û avête nava gilêşê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin