Êwara îro çarşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew Tueller kir.
Di civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê behsa rewş û pêşhatên dawî yên Îraq û deverê kirin.
Her du alî tekez li ser giringiya aram kirina rewşa Îraqê û ava kirina hikûmetek ku reforman bike, nunerê tevahiya pêkhateyan be û bikarêbe bersifa daxwazên xelk bide, têkiliyeke baş li gel hikûmeta Kurdistanê hebe û li ser esasê hevsengiyê têkiliyên xwe li gel welatên cîran û civaka cîhanî çê bike kirin.
Di dawiya civînê de tekez li ser giringiya domandina hevkariyên hevpeymaniya cîhanî bo hêzên pêşmerge hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin