Lavrov: Tirkiye me agehdar nekiribû

dibêje Tirkiye rêkeftinan binpê dike
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov derbarê êrîş û pevçûnên navbera Tirkiye û artêşa Sûriyeyê li bajarê Îdlibê de ragihand ku Tirkiye bêyî agehdarî bide Rûsye anjî Sûriyeyê, hêzên zêdetir şandiye deverê û pêşde çûye.

Lavrov eşkere kir ku Tirkiye zêdetir ji hijmara ku di rêkeftinan de hatiye diyarkirin leşker şandine deverê û ev yek jî mebest û armanceke din ya veşartî heye.

Sergey Lavrov diyar kir ku Tirkiye ti rêkeftinên ku di navbera Tirkiye û Rûsye û herwiha rêkeftinên navbera her sê welatên Îran, Rûsye û Tirkiyeyê derbarê Îdlibê de bicîh ne aniye.

Weke tê zanîn piştî êrîşa ser leşkerên Tirkiyeyê, rayedarên Tirkiyeyê jî Rûsye bi binpê kirina rêkeftinan tawanbar kiribûn.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.