Elawî bo xwepîşanderan: Haya we ji gendelkaran hebe

dibêje gendelkar naxwazin rewşa Îraqê aram be
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê taze pîwerdar kirî yê Îraqê Mihemed Tofêq Elawî di peyameke xwe de ku pêşkêşî xwepîşanderên Îraqê kiriye ragihandiye ku xwepîşandanên Îraqê encamên gelek baş bidest xistine, yek ji wan encaman guhertina qanûna hilbijartinan û ava kirina komîsyoneke nû ye.

Elawî herwiha gotiye; Ez kesekî serbixwe me û ji aliyê parlementoya Îraqê û Xwepîşanderan ve hatime berbijêrkirin lê niha hin kesên gendelkar hene ku dixwazên rewşa Îraqê têk bidin lewre dest bi propagendeyeke berfire kirine jiber vê yekê lazime Xwepîşander hayedar bin û nekevin bin bandora propagendeyên han.

Weke tê zanîn beriya du rojan Serokkomarê Îraqê Mihemed Tofêq Elawî bo postê Serokwezîriya Îraqê ji parlementoyê re dabû nasîn.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.