Duhê bi şev terorîstên DIŞIê li çiyayê Qereçoxê êrîşî ser Şiwanên Mexmûrê kirin û xwestin pezên wan bidizin lê di navbera terorîstên DIŞIê, Şiwan û zirêvanên Mexmûrê de pevçûn qewmî.
Di encama pevçûnê de Şiwanek şahîd bû û du Şiwanên din jî birîndar bûn.
Her di heman pevçûnê de 3 terorîstên DIŞIê jî hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin