Parlamana Ewrûpa peymana Brexitê pejirand

vê îşev bi fermî ji YE derdikeve
کوردستان TV
100%

Parlamana Ewrûpa, peymana Brexitê ya ser derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewrûpa (YE) pejirand.

Peymana Brexitê li hember 49 dengan bi 621 dengan hat qebûlkirin.

Brîtanya dê di 31 Çileyê de ji YE’ê derkeve, lê dê heta dawiya 2020’an li gor qanûnên Brukselê tevbigere.

Parlamana Brîtanya, Peymana Brexitê di 9’ê Çileyê de qebûl kiribû û peyman bi pejirandina Qralîçe Elizabeth bûbû qanûn.

Serokê Parlamana Ewrûpa David Sassoli got ku ‘’Bo parlamanê îro rojeke dijwar e.’’

Sassoli bang li parlamanteran kir ku ‘’ji berê pirtir di yekîtiyê de bin’’

Seroka Komîsyona Ewrûpa Ursula von der Leyen diyar kir bi qebûlbûna peymana Brexitê gaveke nû hatiye avêtin û da zanîn ku ew dê bo Ewrupî û Brîtanîyan li ‘’rêkên herî baş’’ bigerin.

Li Parlamana Ewrupa 73 kursîyên Brîtanya hebûn ku ew dê li 27 welatên yekîtiyê li gor nifûsên wan werin belavkirin.

voa

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.