Alozî dikevin navbera Tirkiye û Rûsyeyê

tirkiye û Rûsye li ser Îdlibê hev û du tawanbar dikin
کوردستان TV
100%

Hevdem li gel dom kirina êrîşên rejîma Sûriyeyê yên bo ser cîhadiyên li Îdlibê û pêşrewiyên rojane yên rejîma Sûriyeyê ber bi navenda Îdlibê ve, duhê Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan gef li Rûsyeyê kir û ragihand ku dom kirina êrîşên rejîma Esed bo ser Îdlibê bi erê kirina Rûsyeyê dibin û Rûsye rêkeftinên Astana û Sûçî cîhbicîh nake û niha tiştek bi navê pêvajoya Astanayê nemaye û eger di demeke kêm de êrîş neyên rawestandin vê Tirkiye gavên pêwîst bavêje.

Ji aliyeke din ve jî Rûsye Tirkiyeyê tawanbar dike û dibêje me rêkeftin îmze kiribû û li gor rêkeftinê lazim bû Tirkiye cîhadiyan ji endamên din yên opozîsyonê veqetîne lêbelê heta niha Tirkiye ew yek nekiriye.

Rûsye herwiha diyar dike ku di rêkeftinê de Tirkiye soz dabû ku êrîşên cîhadiyan bo ser hêzên rejîm û Rûsyeyê rawestîne lêbelê ev yek jî pêk neaniye.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.