Sedir ji biryara xwe poşman bû

dibêje emê helwesta xwe lihember xwepîşanderan biguherin
کوردستان TV
100%

Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ku daxwaz ji alîgirên xwe kiribû daku li berdem balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê li dijî hebûna hêzên Amerîkî li Îraqê xwe pîşandan bikin, ji biryara xwe poşman bû.

Sedir diyar kiriye ku jiber ku kesên têkder rewşê aloztir nekin û kesên diz û gendel fêde ji xwepîşandanê nekin min biryar daye xwepîşandan neyê kirin.

Sedir herwiha eşkere kiriye ku ev kesên ku kom bûne eger dawî bi xwepîşandanê nehînin vê demê helwesta me cuda dibe û emê bo parastina xelk û aramiya welat piştîvaniya hêzên ewlekarî bikin.

Weke tê zanîn ev demek bû Sedir gef li Amerîkayê dikr û digot emê Amerîkayê ji Îraqê derbixin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.