Îro komîteya reforman ya wezareta pêşmerge bi gerînendetiya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîna xwe li dar xist.
Di civînê de ku her sê wezîrên pêşmerge, navxwe û darayî jî amade bûn, tekez li ser giringiya domandina prosesa reforman di nava wezareta pêşmerge de hate kirin.
Her di heman civînê de Mesrûr Barzanî behsa vê yekê kir ku pêşmerge nasnameya gelê Kurdistanê ye û qurbanî danên pêşmerge jî bo gelê Kurdistanê cîhê şanaziyêne û civaka cîhanî jî stayîşa qurbanîdanên pêşmerge dike, lewre tiştê ku bo xizmet kirina pêşmergeyên hêja û rastîn ji destê me were emê bikin.
Derbarê pêşxistina hêzên pêşmerge de jî Serokwezîr diyar kir ku lazime hêzên pêşmerge li ser bingehên zanistî û serdemiyane ji nûve werin sazmandehîkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin