Berpirsekî tevgera Sedir biryarên Serokê tevgerê cîhbicîh nake

pişt li xwepîşanderan nekir û li gel wan berdewame
کوردستان TV
100%

Berpirsekî diyar û navdar yê tevgera Sedir yê ku ji Muqteda Sedir re gelek nêzîke, bi navê Esed Nasirî, jiber cîhbicîh nekirina biryarên Muqteda Sedir, bi awayekî demkî û bo demeke nediyar endamtiya vî di tevgera Sedir de hatiye rawestandin.

Ev bûyer piştî vê qewmî ku duhê hêzên ewlekarî dixwestin xwepîşandanên ser pira Fehed ya li bajarê Nasiriyeyê belav bikin lêbelê eşîrên Nasiriyeyê bi Serokatiya Esed Nasirî bersifa hêzên ewlekarîa dan û rê nedan hêzên ewlekarî nêzî deverê bibin.

Weke tê zanîn ku piştî xwepîşandanên roja înê Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir gotibû ji niha û pêve ti têkiliyeke vî li gel xwepîşandanên Îraqê nemaye.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.