Baregeha Barzanî ji ber erdheja Bakûrê Kurdistanê peyameka sersaxiyê belav kir
Baregeha Barzanî li ser erdheja Bakûrê Kurdistanê, ku şeva borî qewimî û heta niha gelek kesan canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne, peyameka sersaxiyê belav kir. Naveroka peyamê wiha ye.
“Mixabin şeva borî ji ber erdhejeka bihêz li Bakûrê Kurdistanê û deverên kurdnişîn yên Tirkiyê, komek welatiyan canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Em ji ber vê rûdana bi êş, sersaxî û hevxemiya xwe digihînin mirov û malbatên qurbaniyan û xwe şirîkê xemên wan dibînin û hêviya başbûna birîndaran dixwazin.
Em hêvîdar in di demek kurt de alîkarî û hawarçûna pêwîst bigihên mexdûrên wê rûdanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin