Duhê bi şev erdhejek bi tundiya 6.8 pile li ser pîwana rîxter, çend bajar û bajarokên Bakûrê Kurdistanê weke Elazig, Sivrice, Adiyeman hejandibû.
Îro rayedarên Tirkiyeyê eşkere kirin ku hewlên heyî yên bo derxistina xelkê di bin kavilan de didomin û heta niha jiber erdhejê bi giştî 22 welatî canê xwe ji dest dane.
Herwiha hate zanîn ku 1103 welatiyên din jî birîndar bûne û birîna hinek ji wan birîndaran girane û niha tên dermankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin