Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrê derve yê Emanê civiya

Eman û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin
سه‌رۆكى هه‌رێمى كوردستان و وه‌زيرى ده‌ره‌وه‌ى عومان
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên welatên din yên li Davosê de, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrê derve yê Emanê Yûsif Bin Elewî civiya.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî jiber koça dawî ya Sultan Qabûs li ser navê gelê Kurdistanê pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî gelê Emanê kir û jiber destbikar bûna Sultanê nû yê Emanê jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Sultanê nû Heysem Bin Tariq Al Seîd kir.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ya vê civînê de xwesteka Kurdistanê bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Emanê diyar kir.

Di dawiya civînê de her du alî tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Emanê kirin û behsa rewşa Îraq û deverê jî kirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.