Şaredariya Seqizê 8 mehe mûçeyên karmendên xwe nedaye

şaredariyên Îranê nikarên mûçeyên karmendên xwe bidin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, jiber qirîza darayî yaku li Îranê ev demêke serîhildaye, dezgehên fermî nikarin mûçeya karmendên xwe bidin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku yek ji wan dezgehên fermî yên hikûmetê ku mûçeyên mehane yên karmendên xwe nedaye Şaredariya bajarê Seqizê ye û ev 8 mehe ev şaredarî ti pereyek nedaye karmendên xwe.

Jêder eşkere kirine ku piraniya şaredariyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo dayîna mûçeya karmendên xwe rastî asteniyên mezin yên darayî hatine lewre hewl bo kêm kirina hijmara karmendên xwe didin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.