Amerîka mûşekên Patriot li Îraqê bicîh dike

amerîka dibêje mimkune Îran dîsa êrîşî hêzên me bike
کوردستان TV
100%

Kanala Fox News li ser zarê çend rayedarên wezareta berevaniya Amerîkayê belav kir ku Amerîka biryar daye daku pergala berevaniya mûşekî ya Patriot li çend deverên curbicur yên Îraqê bicîh bike.

Fox news eşkere kiriye ku ev biryara Amerîkayê weke tedbîreke li hember êrîşên muhtemel yên mûşekî yên Îranê û rayedarên Amerîkî ev yek didin xuyakirin ku mimkune Îran bi mûşekên balîstîkî êrîşî ser leşkerên Amerîkî yên li Îraqê bike lewre bo pûç kirina wan êrîşan û parastina leşkerên Amerîkî lazime pergala berevaniya mûşekî ya Patriot were bicîhkirin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.