Piştî ku aliyên siyasî yên Îraqê di civînên navbera xwe de li ser berbijêr kirina du kesan bo postê Serokwezîriya Îraqê lihev kirin û navên wan du kesan dan Serokatiya Komara Îraqê, xwepîşanderên Îraqê jî nerazîbûna xwe ya li hember ev her du berbijêran diyar kir.
Xwepîşanderên Îraqî wêneyên wan her du berbijêran li qadên xwepîşandanan daliqandin û li ser wan bi xetên sor nivîsandin (merfûz) yanê hatiye redkirin û nayê qabûlkirin.
Navê wan berbijêran Mihemed Tofêq Elawî û Elî Yûsif Leşkeriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin