Amerîka navenda leşkerî ya İncirlikê vala dike

duhê 424 karker ji kar hatine avêtin
کوردستان TV
100%

Duhê kompaniyeke Amerîkî yaku li navenda leşkerî ya Incirlikê kar dike û piraniya karmend û karkerên vê welatiyên Tirkiyeyê ne, zêdetir ji 400 karkerên xwe ji kar avêt.

Piştî vê bûyerê karkeran serî li sendîkayê dan û daxwaza mafên xwe kirin.

Di vê çarçoveyê de rayedarên sendîkaya Türk Harb-İş li gel berpirsên kompaniya Amerîkî ya bi navê Vectrus civiyan û di civînê de sedema jikar avêtina wan karkeran hate pirsîn.

Di bersifa rayedarên sendîkayê de berpirsên kompaniya Vectrus eşkere kirine ku Amerîka dixwaze navenda leşkerî ya Încirlikê vala bike lewre em jî amadekariyên xwe bo vala kirinê dikin.

 



 



 

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.