Beşdarên konferansa Lîbya ser nexşerêyekê li hev dikin

aliyên beşdar daxwaz ji NY dikin çavdêriya rewşê bike
کوردستان TV
100%

Konferansa Lîbya ya li Berlîn ya paytexta Almanya bi dawî bû.

Serokên 12 dewletan û 5 rêberên saziyên navneteweyî beşdarî konferansê bûn.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel piştî konferansê da zanîn ku wan li ser ‘’planeke berfireh’’ li hev kiriye.

Merkel diyar kir ku bi nexşerêya hatiye hazirkirin re, agirbesta demkî ya li Lîbya dê bibe ya mayînde û hemî alî dê ji berê pirtir li gor ambargoya çekan ya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî tevbigerin.

Li gor nexşerêyê, NY dê bo çavdêriya agirbestê komîsyonên teknîk çêke û aliyên agirbestê binpê bikin dê bi toleyên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî re rû bi rû bimînin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî diyar kir ku hemî beşdaran daye zanîn ku ewê hewil bidin ku rê li ber gurbûna girjiyê bigirin.

Guterres da zanîn ku welatên Ewrûpî dê di jinûve avakirina Lîbya de erkên girîng bi cîh bînin.

Şerê navxweyî ya Lîbya di sala 2011’an de destpê kiribû û hewildanên lihevkirin û aştiyê bi ser neketibûn.

Rojavayê Lîbya di bin kontrola hikûmeta Fayez El Sarac de ye û li rojhilata wî welatî jî hêzên General Xelîfe Hafter çalak in.

Voa

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.