Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, beriya çend rojan hêzên îtlaata Îranê li bajarê Xoy ya li Rojhilatê Kurdistanê ciwanekî Kurd bi navê Mihemed Şêxkanlû binçav kirine û bo cîheke nediyar veguhastine.
Jêderên çapemeniyê behsa vê yekê dikin ku îtlaat bêyî ku sedema girtinê ji vê ciwanê Kurd anjî malbata vî re diyar bike, Mihemed Şêxkanlû di nava mala xwe de girtine û bo cîheke nediyar veguhastine.
Hate zanîn ku malbata vî jî gelek hewl daye daku tiştek ji çarenivîsa Mihemed bizanibe lêbelê hêzên îtlaatê ti bersifek nedane malbata vî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin