Mezlûm Kobanê: Gotinên Lavrov ne rastin

dibêje gotinên lavrov ji rastiyê dûrin
کوردستان TV
100%

Piştî ku wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov eşkere kiribû ku HSDê terorîstên girtî yên DIŞIê azad dike, Fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanê bersifa Lavrov da.

Mezlûm Kobanê eşkere kir ku me ti terorîsteke DIŞIê yê ku destê xwe di kuştina xelkê de hebûye bernedaye û hemahengiyeke rojane di navbera me û hêzên hevpeymaniya cîhanî de li ser mijara terorîstên DIŞIê de heye.

Kobanê herwiha diyar kiriye ku bo giftûgo kirina rewşa terorîstên girtî yên DIŞIê hemahengiya me li gel tevahiya welatan ji bilî Rûsyeyê heye û Rûsye ne agahdarî rewşa terorîstên girtî yên DIŞIê ye.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.