Îro bi Serokatiya Serokwezîrê herêma Kurdistanê, civata wezîran civiya û piştî civînê Serokwezîr derbarê naveroka civînê de li ser pêgeha xwe wisa nivîsand;
Îro çarşem 15/1/2020 di civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê de, me behsa serdana şanda hikûmeta Îraqê bi Serokatiya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî ya bo herêma Kurdistanê û balkêşande ser vê yekê ku li gel şanda Îraqî me tekez li ser giringiya pêbend bûn bi rêkeftina navbera hikûmeta fedral û hikûmeta herêma Kurdistanê ya derbarê petrol, bûdce û çareser kirina kêşeyên bingehîn kir.
Me ev yek diyar kir ku hikûmeta Kurdistanê li ser porsesa reforman berdewam dibe û tekez li ser vê yekê kir ku armanc ji reforman ji nûve organîze kirina mûçe û dabeş kirina dahate bi awayekî dadmendane, bûçe û mafên ti kesekî bi taybetî kesûkarên şehîdan û girtiyên siyasî nayê qut kirin û me lazim dît ku li ser vê mijarê jê parlemento were hayedarkirin.
Di beşa dudiyan ya civînê de giftûgo derbarê projeya çarçoveya hevbeşiya navbera kerta giştî û kerta taybetî de hatekirin û wezareta pilandanan hate pîwerdarkirin daku lêkolînên zêdetir bike daku aliyên têkildar bi pêşniyarên xwe projeyê zengîntir bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin