Amerîka: Eger em vekêşin vê DIŞI dîsa vegere Îraqê

dibêje eger vekêşin kompanî û welatên hevpeyman li gel me vedikêşin
کوردستان TV
100%

Piştî zextên aliyên siyasî yên Îraqê bo derxistina hêzên leşkerî yên Amerîkî yên li Îraqê, rayedarên Amerîkayê jî dibêjin eger em ji Îraqê vekêşin ji bilî ku emê dorpêçan li ser Îraqê deynin, hevdem kompaniyên biyanî jî ji Îraqê vedikêşin.

Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn Joy Hood ragihand ku eger aliyên Îraqî zextan li Amerîkayê bike daku hêzên xwe ji Îraqê vekêşe, vê demê Amerîka vedikêşe, li gel Amerîkayê kompaniyên biyanî û hin welatên din bi taybetî welatên hevpeyman jî vedikêşin û rewşa Îraqê bi yekcarî têk diçe û DIŞI dîsa vedigere Îraqê.

Weke tê zanîn piştî kuştina Qasim Silêmanî parlementoya Îraqê bi dengên aliyên şîe biryara der kirina hêzên Amerîkî ji Îraqê qebûl kir û duhê jî Sedir û Amerî daxwaz ji xelkê Îraqê kirine daku li dijî hêzên Amerîkî xwepîşandanên berfire organîze bikin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.