Îro çarşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanî a bi Serokatiya nunerê Serokwezîrê Brîtanya û Şêwirmendê karûbarên Rojhilata Navîn jeneral John Lorimer kir.
Di civînê de ku balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê, Konsulusê Brîtanî yê li Hewlêrê û Cîgirên Serokê herêmê têde beşdar bûn, behsa pêşhatên dawî yên li deverê û aloziyên heyî yên li Îraqê de hate kirin.
Giftûgo kirin li ser zêdebûna liv û tevgerên DIŞIê li deverên Kurdistanî yên dagîrkirî, hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên Îraqî bo rûbirû bûna DIŞIê û rola hevpeymaniya cîhanî çend mijarên din yên vê civînê bûn.
Her di heman civînê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexda, têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê û berdewamiya hemahengiya navbera Brîtanya, Hewlêr û Bexdayê hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin