Trump demokratan bi piştgirîya Îranê tawanbar dike

dibêje li dijî min piştgîriya Îranê dikin
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump, sîyasetvanên demokrat ser nîqaşên piştî kuştina Qasim Silêmanî rexne dike.

Trump ji Twitterê fotomontajeke ku Seroka civata nûneran Nancy Pelosi di çarşefê de û Senatorê Demokrat Chuck Schumer jî bi şaşik raber dike, belav kir û da zanîn ku ew alîgirê Îranê ne.

Wî diyar kir ku Qasim Silêmanî gerek 20 salên berê bihata kuştin û got ku leşkerî be yan aborî be ferq nake, ‘’Demokratên çepgir yên bêkêr’’ bala xwe nadin ser tiştên ew dike.

Demokratan, Trump jiber kuştina Qasim Silêmanî rexne kiribûn û dabûn zanîn ku ew girjiya bi Tehranê re gurtir dike.

Generalê Îranî Qasim Silêmanî ya Hêza Qudus ya Pasdaran di şeva 3’ê Berfanbarê de li Bexda ya paytexta Îraqê hatibû kuştin.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.