Mezlûm Ebdî: Erdogan berpirsê rêxistinên terorê yên li herêmê ye

dibêje Erdogan li pey xewna xelafetê ye
کوردستان TV
100%

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku Erdogan rêberê pratîkî yê rêxistina Îxwan El-Muslimîn e û xwe wek berpirsê li ser tevahî rêxistinên terorî yên Îxwanî yên li tevahî herêmê dibîne û her wiha bal kişand ser rola Misrê ya girîng a li hember êrişên dewleta Tirk û tevgerên wê li Lîbya û herêmê.

Li gor nûçeyeke anha Televizyon TeN a Misrî, bi fermandarê giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî re hevpeyvîn der barê têkiliya dewleta Tirk û çeteyên DIŞI’ê, tevgerên wan li herêmê û rola Misrê de çêkir.

Der barê tevgerên dewleta Tirk ên li herêmê de, Mezlûm Ebdî diyar kir ku Erdogan rêberê pratîkî ya rêxistina Îxwan El-Muslimîn e û xwe mîna berpirsê li ser tevahî rêxistinên terorê yên Îxwanî li tevahî herêmê dibîne, her wiha hewl dide fikra Îxwanî beriya rêxistinê Îxwan serweriya xwe li ser tevahiya herêmê bike, belav dike û wiha domand: “Li Misrê hewl da belav bike, lê bi bin ket, niha li Lîbyayê dike. Her wiha li Sûriyê hewl da, lê dîsa jî bi bin ket. Projeya wî ya olî heye ku li gorî xwe bi kar tîne, ne ku li gorî olê be. Olê bi rêya rêxistinên Îxwan El-Mislimîn bi kar tîne. Hin fînansên dîtir bi rêya rêxistinên terorî mîna Cebhet El-Nusra û DIŞI’ê bi kar tîne ku projeya pêk bîne. Lê belê mixabin, bêdengiya cîhanê der heqê binpêkirinên Erdogan de, hişt ku êriş û projeyên xwe yên dagirkeriyê zêde bike.

Li aliyekî din jî, hewl dide bi rêya rêxistina Îxwan El-Muslimîn, xewnên berê yên dewleta xîlafetê ya Osmaniyan vejîne û tevgera siyasî ya Kurd dike bihane da ku van kiryaran pêk bîne. Lê dema ku Kurd tune bin, wekî rewşa Lîbya û herêmên dîtir, bi hêsanî dikare bihaneyan bibîne ku kiryarên xwe bi kar bîne. Heke di derbasbûna Lîbyayê de bi ser ket, dê dewletên dîtir hebin ku derbasî wan bibe."

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.