Agir bi navenda çekdarên Bedr hate berdan

navenda wan ya li Kerbelayê bi temamî hate şewitandin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya xwepîşandanên heyî yên li Îraqê de, duhê bi şev li bajarê Kerbelayê jî xwepîşandaneke girseyî hate organîzekirin.

Di xwepîşandanê de, xwepîşander bo diyar kirina dijatiya xwe ya li hember çekdarên heşda şebî, navenda koma çekdar ya Bedir ya ser bi heşda şebî li Kerbelayê şewitandin.

Koma çekdar ya Bedir ku beşeke ji heşda şebî raste rast di bin fermana Îranê deye û duhê bi şev navenda serekî ya wan çekdaran hate şewitandin û rexmî hewlên hêzên hawar hatinê û agir vemirandinê lêbelê ev navenda han bi temamî hate şewitandin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.