Nêçîrvan Barzanî: Em naxwazin Îraq û Kurdistan bibin qada şer

dibêje metirsiyên gelek cidî li ser Îraqê hene
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Beeld ya Almanî behsa rewşa deverê, Îraq û aloziyên navbera Amerîk û Îranê kiriye.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkere kiriye ku hîn jî şerê dijî DIŞIê bi dawî nehatiye û naxwazên Îraq û Kurdistan bibin qada şerê navbera ti aliyekê.

Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kiriye ku Kuridstan û Îraq jî pêdiviya xwe bi hevkariya hevpeymaniya cîhanî heye, lewre em bawerin ku niha dem ne dema vekêşana hêzên hevpeymaniya cîhaniye ji Îraqê.

Barzanî behsa vê yekê kiriye ku hîn jî metirsiyên gelek mezin li ser Îraqê hene û Îraq bi tenê nikare li hember metirsiyên han rawest.

Derbarê rewşa Îraqê de Serokê herêmê diyar kiriye ku metirsiya vê yekê heye ku Îraq ber bi şaştiyan ve biçe, em hêvî dikin ku bikaribin bi hevre kar bikin daku bikaribin ku aramî, ewlekarî, aştî û xizmetgozarî bo xelkê Îraqê vegerînin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya artêşa Almanyayê jî kir ku di şerê dijî DIŞIê de hevkariya hêzên pêşmerge kiriye û hêzên pêşmerge perwerde kiriye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.