Ukrayna: Bila Îran tawanbaran ceza bike

di encama xistina balefirê de 180 kes canê xwe ji dest dabûn
کوردستان TV
100%

Piştî ku Îran ragihand ku balefira Ukraynî ji aliyê spaha pasdaran ve hatiye xistin, Serokwezîrê Ukraynayê daxuyaniyek weşand.

Li gor daxuyaniyê Serokwezîrê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy ragihandiye ku lazime Îran tawanbaran eşkere û radestî dadgehê bike daku werin cezakirin.

Vladimir Zelenskiy herwiha eşkere kiriye ku lazime Îran bi rê û kanalên dîplomatîk daxwaza lêbûrînê bike û qerebûya kesûkarên qurbaniyan bike.

Weke tê zanîn roja çarşema hefteya derbasbûyî balefireke Ukraynî li Tehranê ketibû  û di encam de 180 kes canê xwe ji dest dabûn.

Îran di destpêkê de digot balefir jiber kêşeyeke teknîkî ketiye lêbelê piştî belav bûna belgeyan Îran jî li xwe mokir hat û got balefir ji aliyê spaha pasdaran ve hatiye xistin.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.