Xefter: Bila Tirkiye leşker û cîhadiyên xwe ji Lîbyayê vekêşe

dibêje lazime artêş û cîhadiyên Tirkiyeyê vekêşin
کوردستان TV
100%

Fermandarê giştî yê artêşa nîştimaniya Lîbyayê Xelîfe Xefter di bersifa Serokkomarê Tirkiyeyê de ku gotibû evê daxwaza ragihandina agir bestê li Lîbyayê bikin, bersifa Erdogan dide û dibêje lazime Erdogan leşkerên Tirk û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve ji Lîbyayê vekêşe.

Li ser daxwaza Xefter vê Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte di 13ê vê mehê de serdana Tirkiyeyê bike û peyama Xefter bigehîne Erdogan.

Xefter ji Giyseppe Conte re gotiye daku ji Erdogan re bibêje, ku ev bi yek merc amadene agir bestê ragehînin û merca wan jî vekêşana leşker û cîhadiyên Tirkiyeyê ye li Lîbyayê.

Weke tê zanîn Tirkiye bo piştîgîr kirina hikûmeta Serac biryar daye daku leşkerên xwe bişîne Lîbyayê, tê gotin ku Tirkiye hijmareke zêde ji cîhadiyên xwe yên li Sûriyeyê jî şandiye Lîbyayê. Ji aliyeke din ve niha tenê bajarê Trablusê di destê Serac de maye û hêzên Xefter bi berdewamî di pêşrewiyê dene.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.