Serok Barzanî li gel alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê civiya

dibêje nemana hevpeymaniya cîhanî dibe sedema bihêz bûna terorê
کوردستان TV
100%

Îro Serok Barzanî pêşwaziya alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Rojhilata nêz David Schenker civiya.

Di civînê de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê û çend Şêwirmend û dîplomatên Amerîkî jî têde beşdar bûn, behsa rewşa dawî ya Îraqê, aloziyên navbera Îran û Amerîkayê hate kirin û David Schenker diyar kir ku Amerîka girêdayî Îraq û Kurdistanê ye û daxwaz dike prosesa siyasî ya li Îraqê bikeve ser rêya rast û aram.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî behsa rola hevpeymaniya cîhanî di şerê dijî terorê de kir û hayedariya vê yekê jî da ku nemana hêzên hevpeymaniya cîhanî li deverê de dibe sedem ku dîsa teror bi navên cuda cuda xwe bihêz bike.

Têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê, prosesa siyasiya Îraqê û cîhbicîh kirina daxwazên xwepîşanderan çend mijarên din  yên vê civînê bûn.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.