Di çarçoveya pila berif barîna ku ev çend roje hin deverên Kurdistanê bi taybetî deverên bilind û zozanî xistiye bin bandora xwe, astengî bo jiyana rojane ya xelkê bi taybetî şêniyên deverên zozanî çê kiriye.
Di vê çaroveyê de, li Parêzgeha Dihukê rêyên hatinûçûnê yên di navbera çend deveran weke Serseng, Amêdî, Berwariya bala û Kanê Masî hatiye daxistin.
Herwiha li parêzgeha Hewlêrê jî li deverên Hac Omeran, Mêrge Sor, Sîdekan û Soranê jî jiber barîna berifa zêde prosesa hatûçûyê rastî astengiyan hatiye.
Herwiha li Rojhilatê Kurdistanê jî li derdorê Urmiyeyê jiber barîna zêde ya berifê îro debistan hatin daxistin.
Navenda meterolojiya Kurdistanê jî dibêje vê barîna berifê heta çend rojên din didome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin