Duhê bi şev Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê Brîtanî yê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Andro Murcin bi rêya telefûnê behsa çend mijaran kirin û Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsandiye;
Êwara roja çarşem 8/1/2020 di peywendiyeke telefûnî de li gel wezîrê dewlet yê Brîtanyayê yê bo karûbarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Andro Murcin, me behsa vê yekê kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê di hewldanên xwe yên boa ram kirina rewşa deverê berdewam dibe û me tekez li ser giringiya berdewam kirina hevkarî û piştgîriyên hevpeymaniya navnetewî bo Îraq û herêma Kurdistanê kir bo rû birû bûna metirsiyên DIŞIê.
Her di heman peywendiya han de me ev yek eşkere kir ku aramî û pêşdeçûnên li herêma Kurdistanê di berejwendiya Îraq û civaka cîhanî deye û me tekez li ser parastina mafên destûrî yên herêma Kurdistanê kir.
Andro Murcin jî girêdayî bûna welatê xwe bi aramî û serweriya Îraqê diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin