Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê di encama ketina balefireke medenî li Îranê yaku îro li Tehranê ketibû erdê, 5 welatiyên Kurd yên ku xelkê bajarê Mehabadê ne canê xwe ji dest dane.
Weke tê zanîn îro danê sibê li Tehranê balefireke Ukraynî piştî demeke kêm ji derketin ji balefirgeha Xomeynî ketibû erdê û di ecnam de 180 kes canê xwe ji dest dabûn.
Hate zanîn ku rayedarên Îranê jî gotine ku Îran qûtiya reş ya vê balefirê nade Ukraynayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin