Li Bexdayê êrîşî ser balyozxaneya Amerîkayê hate kirin

yek ji wan mûşekan ber mala welatiyeke medenî ketiye
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev li devera Kesik ya li Bexdayê bi mûşekan êrîşî ser balyozxaneya Amerîkayê hate kirin.

Li gor jêderên nûçeyan sê mûşek li nêzî balyozxaneya Amerîkayê ketine erdê lê ti zirarek negehandine balyozxaneyê.

Mûşekeke din jî li nêzî balyozxaneyê di nava maleke welatiyekî de ketiye û di encam de tevahiya endamên vê malbetê canê xwe ji dest dane.

Herwiha Amerîka jî Îran û çekdarên heşda şebî bi pêkanîna êrîşê tawanbar dike.

Beriya niha jî koma eyasîb Ehlîheq ya ser bi heşda şebî gef kiribû û gotibû şeva yekşemê dest bi êrîşên xwe bo ser hêzên Amerîkî dikin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.