Navgîna şer ya Amerîkayê ya navdar USS Bataan yaku li Efrîqayê meşxûlî tetbîqateke leşkerî bû, piştî kuştina Qasim Silêmanî û aloztir bûna rewşa deverê, bi Fermana Serokê Amerîkayê, tetbîqata xwe ya Efrîqayê rawestand û ber bi Rojhilata Navîn ve kete rê.
Li gel navgîna han yekîneya 26an ya Marenz ya Amerîkî yaku 2 hezar û 100 leşker têde beşdarin, berê xwe daye Rojhilata Navîn.
Weke tê zanîn piştî kuştina Qasim Silêmanî Îran û Amerîka gef li hev û du dikin û Amerîka hijmareke din hêzên xwe yên leşkerî şandiye deverê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin