Tirkiye cîhadî şandiye Îdlibê

her du komên terorîstan ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgîrîkirin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan, piştî dijwartir bûna şer û pevçûnên li Îdlibê, rejîma Tirkiyeyê hijmareke zêde ji wan cîhadiyên terorîst yên ku li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan şer kiribûn û çend deverên Rojavayê dagîr kiribûn, şandiye Îdlibê.

Jêder behsa vê yekê dikin ku şerê di navbera cîhadiyên li Îdlibê û rejîma Sûriyeyê dijwartir bûye û Tirkiyeyê bi hawara cîhadiyên li Îdlibê ve çûye û hijmareke zêde cîhadiyên xwe ji deverên cuda cuda yên Rojavayê Kurdistanê şandiye Îdlibê.

Cîhadiyên ku li gel Tirkiyeyê şerê dijî Kurdan kirin navê artêşa nîştimanî ya Sûriyeyê li xwe kirine û cîhadiyên din yên Tirkiyeyê yên li Îdlibê jî endamên Nusrane ku navê Heyet Tehrîr Şam li xwe kirine.

Ev her du komên cîhadî yên terorîst ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgîrîkirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.