Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, hêzên îtlaata Îranê Nivîskarê Kurd Dr. Nasir Himetî binçav kirine.
Jêderên çapemeniyê diyar kirin ku Nivîskarê Kurd Nasir Himetî ku xelkî Îlamê ye li bajarê Îsfehanê ji aliyê îtlaata Îranê ve bi hinceta rexne kirin ji rewşa heyî ya li Îranê hatiye binçavkirin û bo cîheke nediyar hatiye veguhastin.
Malbeta Nasir Himetî ev çend roje li pey Himetî digere lêbelê heta niha nayê zanîn ku li kûderê ye û çi bi ser vî hatiye.
Dr. Nasir Himetî civaknas, nivîskar û helbestvanekî navdare û xelkê bajarê Îlamê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin