Amerîka: Me 5 Fermandarên hizbulahê kuştine

25 çekdar jî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Îro her yek ji wezîrê derve yê Amerîka û wezîrê berevanî yê Amerîkayê di preskonferanseke hevbeş de derbarê bordiman kirina navendên leşkerî yên çekdarên hizbulaha Îraqê ku beşekin ji heşda şebî, zaniyariyên berfire pêşkêşî raya giştî kirin.

Di preskonferansê de her du wezîrên Amerîkî diyar kirin ku di êrîşan de ku bi rêya balefirên F15 pêk hatine 3 navendên leşkerî li Rojavayê Îraqê û du navendên din yên li Rojhilatê Sûriyeyê hatine bordimankirin.

Ev navendên han cîhên Fermandarên wan çekdaran û cebelxaneyên wan çekdaran bûne û di encama êrîşan de herî kêm 5 Fermandarên hizbulah û 25 çekdar hatine kuştin û 50 çekdarên din jî birîndar bûne.

Wezîrên Amerîkî anîn ziman ku ev êrîş bersif dana êrîşên hizbulahê bo ser navendên leşkerî yên Amerîkayê bûne û emê vê bersifên tund bidin her cure êrîşek û bijardeyên din jî dinirxînin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.