Piştî ku duhê bi şev Amerîka êrîşî ser navendên çekdarên hizbulah ya ser bi heşda şebî kir û di encam de hijmareke zêde çekdar hatin kuştin, li Bexdayê jî êrîşî ser navendeke din ya leşkerî ya Amerîkî hate kirin.
Li gor jêderên nûçeyan, duhê bi şev bi rokêt û mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Tacî ya Amerîkî li Bakûrê Bexdayê hatiye kirin.
Heta niha derbarê zirarên vê êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin