Navendên heşda şebî hatin bordiman kirin gelek kuştî hene

navend li Rojavayê Îraq û Rojhilatê Sûriyeyê bûne
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên Îraqî duhê bi şev balefirên bê pîlot çend navendên leşkerî yên çekdarên heşda şebî li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê bordiman kirine.

Jêder behsa vê yekê dikin ku duhê bi şev çend dorne ku tê payîn yên Amerîkî ne, navendên heşda şebî li bajarê Qaîm ya li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê bordiman kirine û di encam de hijmareke gelek zêde çekdarên heşda şebî hatine kuştin û hijmareke din jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve jî hate zanîn ku tevahiya hêzên leşkerî yên Amerîkî li Îraqê ketine amadebaşiyê.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.