Xwepîşandanên li bajarê Başûr û Başûrê naverasta Îraqê didomin û di vê çarçoveyê de li bajarê Nasiriye ya li Başûrê Îraqê, xwepîşandanên grseyî didomin.
Çapemeniya Îraqê belav kir ku jiber daxistina rêya Nasiriyeyê ji aliyê xwepîşanderan ve, şandina petrolê ji bîrên petrola Nasiriyeyê hatiye ragirtin.
Jêderên çapemeniyê behsa vê yekê dikin ku jiber daxistina rê, karmendên bîrên petrolê nikarîne biçin ser karên xwe jiber vê çendê şandina petrolê hatiye rawestandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin