Banker û aktîvîsta kurd Narîn Nadîrova, li seranserê Qazaxistanê di nav kurdan de weke "Kesayeta Salê" hatiye hilbijartin û hatiye xelatkirin. Nadîrovayê got ku ew serbilind e bi vê xelatê.
Banker û aktîvîsta kurd Narîn Nadîrova, li seranserê Qazaxistanê di nav kurdan de weke "Kesayeta Salê" hatiye hilbijartin û hatiye xelatkirin. Ev xelat ji hêla hemû beşên Asambleya Kurdên Qazaxistanê ango Yekitiya Kurdên Qazaxistanê ve bi pirs û dengdana kurdên wan beş û bajaran tê dayîn. Xelat her sal tê dayîn, lê cara yekê ye ku jinek dibe xwediya vê xelatê.
Xelat duh li bajarê Alma Atayê, bi merasîmekê, di hizûra gelek kes û serkirdeyên Qazaxistanê de, ji hêla Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîmê Serokê Kurdên Qazaxistanê ve hatiye dayîn.
Di merasîma xelatdayînê de Akademîsyen û Profesor Nadir Nadirov, Ezîzê Ziyo Bedirxan, Ezîmê Şemo jî tê de; gelek endam, serkar û berpirsiyarên Asambleya Gelên Qazaxistanê û Asambleya Kurdên Qazaxistanê jî beşdar bûne.
Beriya niha kesên weke Şîrînê Elî, Ezîzê Ziyo Bedirxan û Ezîmê Şemo hêjayî xelatdayînê hatibûn dîtin.
bianet
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin