Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber bi dawî hatina kongreya 4an ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;
Pîrozbayiya serkeftina kongreya 4an li birêzan endamên civata bilind ya siyasî, civata giştî ya serkirdatî û tevahiya endamên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê dikim.
Hêvî dikim ev kongreya han bibe derfetek bo xizmet kirina pirsên nîştimanî û herwiya piştîvaniya zêdetir ya hikûmeta herêma Kurdistanê daku bikarin bihevre xizmeteke hêjatir pêşkêşî xelkê herêma Kurdistanê bikin û pêdegirî jî ji mafên xwe yên destûrî bikin.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
27/12/2019
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin